KURDÎ

Qassam bi operasyonên serkeftî leşkerên îşxalker kuştin û birîndarkirin

Tûxayên Qassam bi operasyonên xwe yên serkeftî yên li dijî îşxalêkeran li herêmên bakurê Şerîda Xezzeyê gelek leşkerên îşxalker kuştin û birîndar kirin û wesayîtên dagirkeran îmha kirin.

Qassam diyar kir ku di nava rojê de gelek leşkerên îşxalker hatine kuştin û birîndarkirin; da zanîn ku wan dikarîn wesayitên îşxalkeran jî îmha bikin.

Agahiyên operasyonê yên li ser kanala Telegramê ya Tûxayan hatin parvekirin wiha ne:

“Mucahîdên me piştî ku ji eniya şer vegeriyan, destnîşan kirin ku li nêzî Şîrketa El-Kima ya li rojavayê Kampa Cîbaliyê ya li bakurê Xezzeyê, 2 buldozerên leşkerî yên tîpa ‘D9’ bi roketên ‘Yasîn 105’ hedef girtin.

Mucahîdên me piştî ku ji eniya şer vegeriyan, piştrast kirin ku li nêzî Dibistana El-Fehûra li rojavayê kempa Cîbaliyê ya li bakurê Xezzeyê, malek li ser hêzên piyade yên siyonîst teqandine û di encamê de mirî û birîndar hene. Dijmin ragihand ku di vê çalakiyê de efserek û 3 leşker mirine.

Mucahîdên me piştî ku ji eniya şer vegeriyan, li nêzî Dibistana El-Fehûra ya li rojava, li dijî buldozereke sîyonîst a tîpa 'D9' bi roketeke 'Yasîn 105' û komek leşkerên îşxalker de kemîneke hevpar bi teqemeniya dij personel pêk anîn û teqez kirin ku dijmin mirî û birîndar avêtine.”