Baskê leşkerî yê HAMASê Tûgayên Îzzeddîn El-Qassam, wê girtiyên mêr ên îşxalker ên bi navê Elî Şarabî, Or Levy û Ohad Ben Amî serbest berde.
Hat diyarkirin ku yek ji girtiyan Ohad Ben Amî jî welatiyê Almanyayê ye.
Rejîma îşxalker a siyonîst di berdêla 3 girtiyan de dê 183 Filistînî azad bike.
Li gorî daxuyaniya Buroya Çapemeniya Girtiyan a girêdayî HAMASê, ji Filistîniyên ku bên berdan wê 18 jê cezayê muebbetê, 54 kes dê bi cezayê giran û 111 kes jî piştî 7ê Cotmeha 2023an li Şerîda Xezzeyê bên binçavkirin.
HAMASê ji 19ê Çileyê vir ve 13 îşxalker û 5 mehkûmên Taylandî û siyonîstan jî 583 girtiyên Filistînî serbest berdan.
Rêkeftina agirbestê ji sê qonaxan pêk tê û her yek 6 hefte berdewam dike.
Di qonaxa yekem a 42 rojan de wê 33 girtiyên îşxalker bên berdan.
Rejîma siyonîst ji bo her leşkerekî jin 50 girtiyên Filistînî û ji bo her girtiyek sivîl 30 girtiyên Filistînî azad dike.