KURDÎ

Meclîs, ew ê ji bo Fîlîstînê bicive

Di banga Kurtulmuş de weha dihat gotin, “Ez Meclîsa Gel a Mezin ya Tirkîyeyê, ji bona ku destek xwe ya ji xelkê Fîlîstînê û piştgirîya xwe ya bi qewet bidin nîşandan û dengê gelê Fîlîstînê ji dinyayê re bidin bihîstandin di warê xîtabkirina Serokê Dewleta Fîlîstînê Mahmud Abbas a ji Sazîya Giştî re de li gorî qanûna 93yemîn a meddeya 7emîn di 15ê Tebaxa 2024an roja Pêncşemê de di seat 15.00an de banga civîna derasayî dikim. Ez ji birêz parlamenteran daxwaz dikim ku bila di roja ku hatîye diyarkirin û wê seata ku hatîye ragihandin de beşdarî civîna Sazîya Giştî bibin.”

Serokê Ragihanê Altun jî li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek parve kir û weha got, “Serokê Dewleta Fîlîstînê Birêz Mahmud Abbas, ew ê di 14-15 Tebaxê de welatê me zîyaret bike. Birêz Abbas ku ew ê di 14ê Tebaxê roja Çarşembê de bi Serokkomarê me Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtinê bike, wê di 15ê Tebaxê de ji Sazîya Giştî ya Meclîsa me ya xazî re xîtab bike.”