Li Karamanê qezaya trafîkê: 1 mirî, 1 birîndar Li Karamanê qezaya trafîkê: 1 mirî, 1 birîndar

Li Xezzeyê pevguhertina êsîran a duyemîn ew ê îro bê kirin.

Tûgayên Îzzeddîn El Qessam ê baskê leşkerî ya Hamasê, ew ê îro êsîrên bi navê Liri Albag, Karina Ariev, Danielle Gilboa û Naama Levy serbest berde.

Rejima sîyonîst jî ew ê li hember van 4 êsîrên leşker ên sîyonîst 120 jê êsîrên ku cezaya miebbetê xwarine tev de 200 Filistînîyên êsîr serbest berde.

Di çarçoveya peymana pevguhertina êsîran de pevguhertina êsîran a ewil roja Yekşemê hatibû kirin.

HAMAS, di vê çarçoveyê de 3 pîrekên êsîr ên îşxalker teslîmî ekîbên Xaça Sor kiribûn. Rejima îşxalker jî li hember wan êsîran 69 jê pîrek, 20 jê zarok tev de 90 Filistînîyan serbest berdabû.

Peymana pevguhertinê wê ji sê merhaleyan pêk bê û her merhaleyekî ew ê 6 hefte bidome.

Di merhaleya ewil a 42 rojî de ew ê 33 êsîr bêne serbestberdan.

Ew ê rejima sîyonîst jî ji bo her êsîrekî pîrek a leşker 50, ji bo her êsîrekî sîvîl jî 30 Filistînîyên êsîr serbest berde.

Tê destnîşankirin ku hêna jî di destê HAMASê de 94 êsîr hene.

Kaynak: İLKHA