Derbarê mijarê de berî vê 2 rojan ji teref ji teref Midûrtîya Giştî yê Meteorolojîyê ve daxuyanîyek hatibû dayîn û ji welatîyan hatibû daxwazkirin da ku bi dîqqet bin.
Piştî vê daxuyanîyê berfê tesîra xwe li Wan û Bidlîsê zêde kir û rêya gelek gundan hat girtin. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber berfê li Wanê rêya 163 gundan û li Bidlîsê jî rêya 165 gundan hat girtin.
Ji bo rêyên girtî bên vekirin xebat berdewam dikin.
Kaynak: İLKHA