Bûyer, di seat 08.00ê serê sibehê de li Taxa Turgut Ozala navçeya Qoserê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatina bidestxistin di navbera du koman de ji ber sedemeke ku hêj nediyare ve nîqaş derket. Ji ber mezinbûna nîqaşê aligîran, bi tevî çek û pompalîyên ku bi xwe re anîtibûn bi hev re pev çûn.

Di encama pevçûnê de H.Ç. (42) û N.E. (37) birîndar bûn.

Serokwezîrê Lubnanê Mîqatî: Artêşa me dê li herêmên ku îsraîl jê vekişiyane bi cih bibe Serokwezîrê Lubnanê Mîqatî: Artêşa me dê li herêmên ku îsraîl jê vekişiyane bi cih bibe

Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin.

Hat destnîşankirin ku N.E. piştî midexeleya ewil a li cîhê bûyerê ji Nexweşxaneya Dewlet a Qoserê re, H.Ç. jî ji Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehî ya Mêrdînê re hatin rakirin.

Tedawîya mirovên birîndar li nexweşxaneyê berdewam dike, ji bo şikdarên ku revîyane jî xebatên lêgerînê berdewam dikin.

Kaynak: İLKHA