Walîyê Balikesîrê Îsmaîl Ustaoglû ragihand ku di teqîna ku li kargeha ku teqemenî lê dihat çêkirin de mirî û birîndar hene.
Ustaoglû ragihand ku li gorî diyarîyên ewil di teqînê de 12 kesan canê xwe ji dest dane. Hat diyarkirin ku 3 kes birîndar bûne.
Walî Ustaoglû diyar kir ku di teqînê de îhtîmala sabotajê tunebû û weha got: "Ez sersaxîyê ji gelê me re dixwazim. Di tesîsa me ya ku teqemenîyê çêdike de teqînek pêk hat. 12 welatîyên me canê xwe ji dest dan. 3 kes ji nexweşxaneyê re hatin rakirin. Li herêmê îhtîmala sabotajê tune ye. Nêzî 600 kes li herêmê dixebitin. Niha tu şewatek tineye lê xebatên sarkirinê berdewam dike.”
Kaynak: İLKHA