Bûyer li Kolana Lalapaşa ya Taxa Seyranê ya navenda taxa Yeşîlyurtê pêk hat.
Avahiya ku di erdhejên navenda Kahramanmaraşê de zirareke mezin dîtibû, di dema hilweşandina kontrolê ya bi makîneya înşaatê de hilweşiya.
Xebatkarê kolanê Hamza Çetîn ku di dema hilweşînê de nêzî avahiyê bû tevî makîneya kar a ku bi kar dianî di bin xirbeyan de ma.
Piştî bûyerê ekîbên îtfaiye, UMKE, tenduristiyê û polêsan sewqî herêmê kirin. Hewldanên tîmê ji bo derxistina operator berdewam dikin. (ÎLKHA)
https://ilkha.com/kurdi/rojev/li-meletîyê-avahî-di-dema-xerakirinê-de-hilwesîya-kesek-di-bin-xirbeyan-de-ye-428069
Kaynak: İLKHA