Li gorî çavkanîyên herêmî qeza, li bajara Las Yayasa girêdayê wîlayeta Azuayê pêk hat.
Hat diyarkirin qamyonekî ku bi lez diçû ji nişka ve ji rê derket û li dikanekî qelibî û bû sedema mirina gelek însanan.
Rayedarên herêmî destnîşan kirin ku heta niha 11 kes mirine û 17 kes jî birîndar bûn, dibe ku hejmarê mirîyan zêde bibe.
Li gorî agahîyên ku ji rayedaran hatine bidestxistin dibe ku qeza ji ber xerabûna qamyonê an jî eraqê pêk hatibe.