Derheqê kuştina Narîn Gûran de hêj li Sazîya Tip a Edlî ya Stenbolê lêkolîn berdewam dike, di encama lêkolînan de tespîtên ewil hatin eşkerekirin.

Li navçeya Çinara Dîyarbekirê, nanê xwe ji kevir derdixin Li navçeya Çinara Dîyarbekirê, nanê xwe ji kevir derdixin

Li gorî rapora ewil Narîn Gûran hatîye fetisandin.

Piştî ku rapora Tip a Edlî bê temamkirin ew ê encam ji meqamên edlî re bêne şandin.

Narîn Gûran, li gundê Tewşantepeya navçeya Rezan a Dîyarbekirê di 21ê Tebaxê de winda bûbû û piştî 19 rojan li nav newalê bi mîrîkî hatibû dîtin.

Di encama tehqîqatê de Amojina Narînê Hedîye Gûran a pîreka Apê Narînê Fuat Gûran di 13ê Îlonê de hatibû binçavkirin, doh jî derket mehkemeyê û bi sûca “Beşdarbûna Ji Kuştina bi Qestî Re” hatibû girtin. Bi tevî Hedîye Gûran hejmarê girtîyan derket 12 kesan.