KURDÎ

Li Fransayê hikûmet raya pêewlehîyê nestand û ket

Li Fransayê hikûmeta ku hindekanê rastgiran e, raya pêewlehîyê negirt û ket.

Dema ku di Parlamentoyê de hevdîtina bûtçeya sala 2025an dihat kirin alîgiran bihevnekirin, di dengdayîna ku di Meclîsa Netewî de hat kirin de hikûmeta Serokwezîr Michel Barnierê raya pêewlehîyê negirt û ket.

Hikûmeta Barnîerê ku nêzê 3 meh e welatê îdare dike, bi daxuyanîyên derheqê ewlehîya sînor û micadeleya bi koçê re de hat gotin ku ew fikra rastgiran diparêze.

Çepgirên ku hilbijartina giştî ya zû qezenc kirin, îfade dikin ku Serokwezîr Barnîer û hikûmeta wî ku di 5ê Îlonê de ji teref Serokkokmar Emmanule Macron ve ji wezîfeyê re hatine anîtin bi tevî rastgiran re di nav hevkarîyê de ne.

Hikûmet, ji ber ku piranîya rayan nestand nikare fealîyetên xwe yên qanûndayînê ya nav meclîsê bidomîne.