KURDÎ

Li Fransayê êrîşa çekdarî: 5 mirî

Li nêzê bajara Dunkerqueya bakurê Fransayê bi çekan êrîş hat lidarxistin, di encamê de 5 kesan canê xwe ji dest dan.

Di êrîşa çekdarî ya ku li nêzê Dunkerqueyê hat lidarxistin de 5 kes miribûn û ji wan jî 2 kes koçber 2 kes jî wezîfedarê ewlehîyê ne.

Hat destnîşankirin ku 4 cînayet li bajaroka Loon-Plageyê, cînayetekî jî li bajaroka Wormhoutê pêk hatîye.

Hat îfadekirin ku di encama êrîşê de mirovên ku birîndar bûne jî hebûn û ew ji teref ekîbên tenduristîyê ve hatin midexelekirin.

Hat hînbûn ku şikdarekî 22 salî ya ku tê texmînkirin êrîşdarê li Loon-Plageyê ye ji cendermeyê re teslîm bûye.