Scholz, li gorî meddeya 68emîn a Makeqanûna Elmanyayê ji Meclîsa Federal daxwazîya raya pêbawerîyê kir.

Di dengdayîna pêbawerîyê ya ku li Meclîsê hat lidarxisitn de ji Scholz re 207 parlamenter destekê dan, 394 parlementer jî raya redê dan. Di dengdayînê de 116 parlamenter jî raya bêalî dan.

Ji bo raya pêbawerîyê ya Scholzê divê 367 rayan bistenda.

Tê hêvîkirin ku Serokwezîr Scholz, piştî daxuyandina encama dengdayînê bi Serokkomar Frank-Walter Steinmeier re were cem hev û ji bo hilbijartina pêşwext ji Serokkomar re pêşnîyaza fesihkirina meclîsê bike.

Qeydkirina pêşbirka Sîyerê ya "Wî Bixwîne, Wî Bijî" berdewam dike Qeydkirina pêşbirka Sîyerê ya "Wî Bixwîne, Wî Bijî" berdewam dike

Li welat piştî belavbûna hikûmetê komên partîyên SPD, Keskan û partîyên Yekîtîya Xristîyan (CDU/CSU) ku mixalefeta mezin in ji bo dîroka 23yê Sibata 2025an li hev kiribûn.

Tê hêvîkirin ku Serokkomar Steinmeier jî li gorî makeqanûnê di nav 21 rojan de bi pêşnîyaza Serokwezîr meclîsê fesih bike û dûre jî di nav 60 rojan de hilbijartina pêşwext tertîp bike.

Kaynak: İLKHA