Ensarullah bi fuzeyên hîpersonîk cîhekî leşkerî ya sîyonîstan hedef girt Ensarullah bi fuzeyên hîpersonîk cîhekî leşkerî ya sîyonîstan hedef girt

Artêşa qaşo yê rejima îşxalker, li bajaroka Beyt Lahîyayê êrîşan pêk anît, di encamê de 7 kes şehîd bûn, gelek Filistînî jî birîndar bûn.

Hat îfadekirin ku li heman herêmê ji mala malbata “Avde”yê re jî êrîş hatîye lidarxistin û 2 kes jî li wê derê şehîd ketîne.

Ji mala malbata “Salîha” ya li herêma Muhaberatê ye re jî bombe hatine avêtin û di encamê de 3 Filistînî şehîd bûn, birîndarên ku rewşa wan giran in hene.

Hat destnîşankirin ku ji mala malbata “Kuzaat” a li Taxa Sabrayê re êrîşa asîmanî hatîye lidarxistin, 2 Filistînî şehîd bûn, 2 kes jî birîndar bûn.

Rejima sîyonîst ji 5ê Cotmehê vir ve li Cîbalîye, Beyt Lahîya û Beyt Xanûnê dorpêçê bikartîne. Îşxalkeran, bi astengkirina têketina herêman milletê di nav rewşa koçkirinê de dihêle.

Artêşa îşxalê ji 7ê Cotmeha sala 2023yan vir ve li Xezzeyê 17 hezar û 492 jê zarok, 11 hezar û 979 jê pîrek tev de 45 hezar û 28 kesan şehîd kir, 106 hezar û 962 kesan jî birîndar kirîye.

Tê destnîşankirin ku hêj bi hezaran şehîd di bin kavilan û serê rê de ne, ekîbên parastina sîvîlan jî nikarin biçin ser wan.

Kaynak: İLKHA