KURDÎ

Li Êlihê bernameya “Dawîya Hefteyê ji Xezzeyê Re Bexş Dikin” hat lidarxistin

Li Êlihê ji bernameya “Dawîya Hefteyê ji Xezzeyê Re Bexş Dikin” re, welatîyan gelek eleqeyek nîşan dan.

Ji teref baskên Ciwanîya Êlihê yê HUDA PARê ve bernameya ku bi şîara “Dawîya Hefteyê ji Xezzeyê Re Bexş Dikin” hat tertîpkirin, bername li Eywana Konferansa Navendî Çanda Bajarê Êlihê hat lidarxistin.

Di bernameya ku bi Qurana Pîroz dest pê kir de, derheqê Xezze û Mescîdî Eqsayê de danîşana sînevîzyonê hat nîşandan û ji teref hûnermendên Ozlem Ajansê ve îlahî hatin xwendin.

Di bernameyê de Parlamenterê Êlihê yê HUDA PARê Serkan Ramanli û Parlamenterê Mêrsînê yê HUDA PARê Faruk Dînç axavtinek kirin.

Parlamenterê Êlihê yê HUDA PARê Serkan Ramanli, di axavtina xwe de bal li ser şertên zor û zehmet ên ku însanên Xezzeyê dûçar dimînin kişand û destnîşan kir ku divê civaka navneteweyî di vî warî de sekinekî tesîrdar nîşan bide.

“Sîyonîstan qatilê hemû însanîyetê ne”

Ramanli di axavtina xwe de weha got, “Ji salekî zêdetir e li Filistînê xûşk û birayên me têne qetilkirin. Di êrîşa sîyonîstan de xanî û hemû avahîyên wan li ser serê wan diweşe, têne xerakirin. Sîyonîstan qatilê hemû însanîyetê ne. Xûşk û birayên me yên Filistînî bi berxwedanekî mezin micadeleyên xwe didomînin. Rojekî jî ji micadeleyên xwe paşve neman. Em di televîzyon û li ser hîsabên medyaya civakî de qetilkirin û qirkirina wan dibînin û ji ber ku tiştekî ji destê me nayê ji bo wan digrîn û rondikan dirêjînin. Çîmkî niha alema Îslamê di nav zilletekî mezin de ye.”

“Cîhad bi tenê bi çekan di meydana herbê de nayê kirin”

Ramanli di dawîya axavtina xwe de weha îfade kir, “Em wisa bawer dikin û ji Xwedê jî wisa daxwaz dikin ku wan rondikên ku îro ji çavên mezluman diherikin, ew ê mizgînîya xweş û kêfxweşîya pêşerojê be. Çîmkî li cem Xwedê her tirş hêsan e. Hemû kes kê dibe bila bibe ji dewlemendî heta feqîrî, ji pîrekan heta zilaman, ji gundîyan heta bajarîyan, ji Tirkan heta Kurd, Ereb û Farisan hemû kes niha îmtîhana xwe didin. Ew ê ku muhîm e ev e ku gelo em ê ji vê îmtîhanê çawa derbas bibin. Di vî warî de divê hemû kes xwe bipirse û lêkolîn bike. Çawa ku nimêj, rojî û îbadetên dinê li Misilmanan ferz in cîhad jî ji me Misilmanan re ferz e. Cîhad ne tenê bi tevî çekan di meydana herbê de micadele bê kirin e. Cîhad carna bi ziman e, carna bi mîkrofonê ye, carna jî bi mal û milk e. Cîhada me ya îro jî ne wek yê Filistînîyan e lê hûn bawer bikin wek ê wan muhîm e.”

“Divê li Xezzeyê êdî çi bibe ku bila însanîyet tevbigere?”

Parlamenterê Mêrsînê yê HUDA PARê Faruk Dînç, weha got, “Wehşet, qirkirin û qetilkirina zarok, pîrek û sîvîlên li Xezzeyê bi gotinî ji me re tiştekî nehiştine.”

Dînç dûre di axavtina xwe de weha got:

“Divê li Xezzeyê êdî çi bibe ku bila însanîyet tevbigere? Nêzê 15 meh in li Xezzeyê her cure wehşet tê jiyandin. Li Xezzeyê hemû îlke, hemû hiqûq û hemû nirx têne eciqandin û nayên hesabkirin. Niha tiştên ku li Xezzeyê têne kirin kezeba me parçe dike. Tiştên ku em di televîzyonê de dibînin ne fîlm in. Di vê demên dawîn de êdî nayê xwestin ku bila cenazeyên di cedde û kolanên Xezzeyê de hatine qetilkirin bêne veşartin. Hem welatên Îslamê hem jî welatên dinyayê ji vêya re bêdeng dimînin. Li Xezzeyê yên ku hiqûqa navneteweyî, mafên însanan û mafên zarokan îmze kirine û konseya NYyê ji xwe ji zilmê re dengê xwe dernaxin, ew qatilên wan zarok û pîrekan in jî.”

Bername bi dîyarîyên kitêban ku bi qurayê hatine tespîtkirin dawî bû.