Bûyer li Taxa Talaytepeya navçeya Kayapinarê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn li qahwexaneyekê di navbera du koman de pevçûn derket. Di encama pevçûna çekdar de 4 kes birîndar bûn.
Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyê û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.
Kaynak: İLKHA