Subhi Ahmed Subhi El-Baz (36) û Kifah İssam Dibaya (34) hefteya borî li Cenînê dûçarê êrîşa sîyonîstan bûbûn û birîndar bûbûn, hat ragihandin ku ew şehîd bûn.

Di 6ê Tebaxê de rejîma îşxalker êrîşî Cenînê kiribû û wesayîtekî bombe kiribû, di encamê de 5 ciwan şehîd bûbûn, bi tevî El-Baz 6 kes jî bi parçeyên bombeyê û guleyan birîndar bûbûn.

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Demîr beşdarî sersaxîya Serokê HAMASê şehîd Sinwar bû Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Demîr beşdarî sersaxîya Serokê HAMASê şehîd Sinwar bû

Midûrtîya Giştî ya Karên Sîvîl jî êvarê daxuyandibû ku êsîr Kîfah Dîbaya ku li kampa Cenînê birîndar bû şehîd bûye. Bi tevî Dîbayayê 2 ciwan jî di êrîşa 6ê Tebaxê de birîndar bûbûn. Di wê êrîşê de 2 ciwan jî şehîd bûbûn.

Bi tevî şehadeta Dîbaya û El Bazê ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve li Şerîaya Rojavayê hejmarê şehîdan derket 622 kesan û ji wan jî 145 jê zarok, 9 jî jê pîrek in.