Li gorî xebera Agence France-Presseyê, şilî herî zêde li herêma Tîbestîyê tesîrdar bû û hema hema bû hefteyekîye baran dibare.

Walîyê herêmê Mahamat Toshi Shidi weha got, “Di encama lehîya ku 6 navçeyên herêma Tîbestîyê kirîye bin tesîra xwe de 54 kesan canê xwe ji dest dan. Bi hezaran avahî û wesayît bi avê ve çûn.”

Berxwedana Iraqê li Eîlatê hedef girt Berxwedana Iraqê li Eîlatê hedef girt

Di çend rojên dawîn de li welatên Gîne, Komarîya Kongo ya Demokratîk, Sehîla Fîldîşîyê, Lîberya, Malî, Nîjer, Nîjerya û Togoyê lehîyek tesîrdar e. Li gorî NY ji 700 hezarî zêdetir însan ji vê felaketê tesîrdar bûne.