Wêranîya li herêmê û êrîşên rejîma îşxalker bandoreke neyînî li jiyana gelê Xezzeyê dike.

Kerwana Hêvîyê ya ku li Xezzeya ku zarok, jin û pîr mexdûrîyeta wan giran e xebatên xwe yên alîkarîyê didomîne, bi ekîbên xwe yên qadê malbatên muxtac tesbît kir û ji gelek malbatan re alîkarîya mirîşkan kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji teref Weqfê ve hat dayîn de weha hat gotin: "Di demeke ku krîza însanî ya li Xezzeyê kûrtir dibe de girîng e ku berdewamiya alîkariyê bigihêje kesên hewcedar. Belavkirina mirîşkan ne tenê hewcedariyên xwarinê yên malbatan pêk tîne, di heman demê de dibe sedema moralê wan."

Neteweyên Yekbûyî ji bo Nîjeryayê hişyariya xelayê da Neteweyên Yekbûyî ji bo Nîjeryayê hişyariya xelayê da

Karwanê Hêvîyê bi armanca berfirehkirina alîkarîyên xwe bi piştevanîya xêrxwazan tekezî li ser wê yekê dike ku divê civaka navdewletî jî li dijî kirîza mirovî ya li Xezzeyê tevbigere û armanc dike ku alîkariyên ji Tirkîyê û cîhanê bigihêje zêdetir kesên hewcedar li Filistînê.