Xalid Nebhan ku bi xatirxwestina bi nevîyê xwe Rîm re tê naskirin, ronîya çavê Rîma nevîyê xwe ku di êrîşa sîyonîstên îşxalker de şehîd bûbû maç kiribû û bi gotina “Rihê rihê min” xatir jê xwestibû.
Xalid Nebhan ku kalê Rîma 3 salî ku di êrîşa sîyonîstên îşxalker de hatibû şehîdkirin û bedenê nevîya xwe ya bêrih girtibû berka xwe û xatir jê xwestibû, di êrîşa sîyonîstan de şehîd ket.
Nebhan weha gotibû, “Em bi kavilên mala xwe ku di êrîşa îsraîlê ya li dijî Kampa Penaberan a Nuseyratê li dar xistibû şîyar bûn. Dilê min şewitî û perçe parçe bû. Ez radikevim û radibim çavên min bi rondikan tijî dibe. Em bi tevî Rîmê di nav malekî de dijîyan. Her roj bi wê re şîyar dibûm û bi wê re dileyîstim. Ez tenê ji wê re nedigotim canê canê min. Min ji wê re digot dilê min, kezeba min, herdu çavêmin. Ez gelek bêrîya wê dikim.”