Di Civîna Bilind a Yekîtiya Ewropayê ya ku li Brukselê hat lidarxistin de, biryar hat dayîn ku lêçûnên parastinê bi awayekî berbiçav bên zêdekirin.
Pakêta 800 mîlyar Euroyî Veçekkirina Ewropayê ya ku ji hêla Komîsyona YE ve di 4ê Adarê de hate ragihandin jî hat gotubêjkirin.
YE armanc dike ku biryara xurtkirina amadekariya berevaniyê ya giştî, kêmkirina girêdanên stratejîk û ji holê rakirina kêmasiyên kapasîteya krîtîk, bigihîje rewşek ku ew bikaribe alavên çêtir di mîqdar û leza hewce de peyda bike.
Di encamnameyê de hat gotin ku Yekîtiya Ewropayê ya di warê ewlekarî û parastinê de bihêztir û jêhatîtir wê ji bo ewlehiya gerdûnî û transatlantîkê tevkariyeke erênî bike.
Di civîna 20-21ê Adarê û 26-27ê Hezîranê de mijara parastinê wê dîsa were gotûbêjkirin.
YE soza xwe ya ji bo piştgirîya demdirêj û pêşbînîkirî ji Ukraynayê re dubare kir.
Di civîna ku beşek jê Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenski beşdar bû de, ji ber vetoya Macarîstanê ne ji 27 welatan, nivîsa Ukraynayê ji aliyê 26 welatan ve hat çêkirin.