Wezîrên Karên Derve yên Misir, Urdun û Iraqê piştî hevdîtinên ku di çarçoveya 79emîn civîna Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê hatin kirin de daxuyanîyeke hevpar dan.

Çapemenîya îşxalê: Netenyahu, ditirse ku bi ÎHAyan êrîşê Meclîsê bê kirin Çapemenîya îşxalê: Netenyahu, ditirse ku bi ÎHAyan êrîşê Meclîsê bê kirin

Li gorî daxuyanîyê, Wezîrên Derve yên Urdinê Eymen Sefadî, yê Misirê Bedir Ebdulatî û yê Iraqê Misrî Fuat Huseyîn, “aloziya bi talûke ya li herêmê gotûbêj kirin û bal kişandin ku rawestandina vê alozîyê ew ê bi sekinandina êrişên îsraîlê ya li ser Xezzeyê dest pê bike.”

Wezîran bi şermezarkirina êrîşên rejîma îşxalker ên li dijî Libnanê û bal kişandina ku îşxalkeran herêmê ber bi şerekî berfireh ve dikişîne, bang li civaka navneteweyî û Konseya Ewlekariyê kirin ku ji bo rawestandina şer bi mesulîyetên xwe xwedî lê derkevin.

Wezîran destnîşan kirin ku "Ew ê ji bo hemû herêmê encamên ciddî çêbibe, mesulîyeta vê gengeşîyê jî aîdê îşxalê ye.”