Ew ê sibe li Dîyarbekirê bi minasebeta Hefteya Qudsê ya Cîhanê, bi şîara “Emanetên Ummetê Quds û Xezze” meşeke mezin bê lidarxistin.
Meşa ku ji teref ÎTTÎHADUL ULEMA, Sazîyên Civaka Sîvîl ên Îslamî ya Dîyarbekirê, Weqfa Alimên Medreseyê, Evîndarên Pêxember, Komeleya Piştgirî û Perwerdehîya Suffeyê, Platforma Qudsa Azad û Şehîd Alî Haydar Bengî ve tê tertîpkirin wê di seat 14.00yan de destpêbike.
Weqfa Evîndarên Pêxember, li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî Xê derheqê meşa ku bê tertîpkirin de daxuyanîyek parve kir.
Weqf di daxuyanîya xwe de weha got:
“Ji Meşa Mezin Re Dawet! Em hemû gelê xwe dawetî Meşa Mezin dikin a ku bi minasebeta Hefteya Qudsê ya Cîhanê ji bo azadîya qîbla me ya ewil Mescîdî Eqsa, Quds û Xezzeya xwe tertîp dikin.
Cîhê destpêkê: Çarrêya Dinyayê
Cîhê dawî: Parqa Roboskîyê
Dîrok: 26ê Çileyê
Saet: 14.00
STKyên Îslamî. “