Êrîşên artêşa îşxalker a li Cenînê di roja 5emîn de berdewam dikin, wesayîta leşkerî di ser kalekî Filistînî ku li Taxa Rojhilatê ya Cenînê ji aliyê îşxalkeran ve hatibû qetilkirin derbas bû.

Hat diyarkirin Filistînîyê ku bi wesayîta leşkerî hat pelçiqandin Tevfîk Qendîlê 82 salî ye.

Li Palandokenê aşît ket: 5 birîndar Li Palandokenê aşît ket: 5 birîndar

Hat ragihandin ku ekîban nehiştin cenazeyê Qendîlê ku bi nexweşiya Alzheîmerê ketibû û ji aliyê artêşa îşxalker ve hatibû qetilkirin, bigirin û cenaze bi saetan li erdê ma.

Siyonîstên îşxalker di 28ê Tebaxê de, êrîşa xwe ya herî tund û berfireh piştî “Întîfadaya 2yemîn” a sala 2002an ser kampên penaberan li bajarên Cenîn, Tulkerîm û Tûbasê li bakurê Şerîaya Rojava ya îşxalkiî kirin.