Euro

37,1136

Dolar

34,2469

Altın

3.015,89

haberler
KURDÎ

Li Rihayê bi xebatên HUDA PARê malbatên neyar li hev hatin

Li navçeya Curnê Reş a Rihayê malbatên Ozel û Yuksekyayla yên ku ji berê ve di navbera wan de neyartî hebû, bi xebatên Komîsyona Lihevanîtina navçeya Curnê Reş a HUDA PARê li hev hatin û di navbera xwe de aştîyê îlan kirin.
  • Ekleme: 18.09.2024 16:16 Güncelleme: 18.09.2024 16:16
Ahmet Bilal Damar
Li Rihayê bi xebatên HUDA PARê malbatên neyar li hev hatin

Bernameya aştîyê, bi beşdarbûna Serokê Navçeyê Curnê Reş ê HUDA PARê Osman Goçmen û bireveberîya navçeyê hat tertîpkirin. Di bernameyê de bal hat kişandin ku lihevhatina malbatan ji bo hizûra civakê gaveke muhîm e.

Malbatên neyar, ji bona ku dijmintîya nav xwe dawî bikin di navbera xwe de aştîyê îlan kirin. Rayedarên HUDA PARê, destnîşan kirin ku ew ê ji bona ku aştî û biratîya nav civakê tesîs bikin wê xebatên xwe yên ewakî bidomînin.

Di dawîya bernameyê de ferdên herdu malbatê jî ji hev helalîyê xwestin û di navbera xwe de aştîyê îlan kirin. Îlankirina aştîyê di navbera xelkê Curnê Reş de bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin.

Son Eklenenler

Çok Okunanlar

Çerez Politikası

Veri politikasındaki amaçlarla sınırlı ve mevzuata uygun şekilde çerez konumlandırmaktayız. Detaylar için "çerez politikasını" inceleyebilirsiniz.