Euro

37,0368

Dolar

34,2312

Altın

3.015,29

haberler
KURDÎ

Îran, tankeke nû da naskirin

Îranê, tankeke bi navê M60 ku nû kirine û qabilîyeta manewrayê û qeweta wî zêde kirine da naskirin.
  • Ekleme: 02.09.2024 16:14 Güncelleme: 02.09.2024 16:14
Ahmet Bilal Damar
Îran, tankeke nû da naskirin

Ji yekîneyên Hêzên Bejahîya Artêşa Îranê re tanka bi navê M60 (Silêman 1402) hat dayîn.

Tank, di bernameyeke ku Fermandarê Giştî yê Artêşa Îranê Serleşker Seyyîd Abdurrahîm Musewî û Fermandarê Hêzên Bejahî ya Artêşa Îranê General Kîyumers Heyderî beşdarî bûbûn de ji artêşê re hat dayîn.

Hat ragihandin tanka ku hat nûkirin di warê sîstema konrtola gule reşandina çekan de, di tivinga otomatîkî û tivinga otomatîkî ya navend de nûkirin hatîye kirin.

IRNA, destnîşan kir ku ji tankê re kuleya fermandarekî, zirxa reaktîf, xerakirina sînyala înfraredê, telekomînîkasyon, sîstemên herba dijî modernê, bombeyên mijê, qamerayên pêş, paş û kêlekan, elarma şewatê û sîstema tefandina şewatê hatîye zêdekirin.

Hat diyarkirin ku ji tankê re kemerayên şevê jî hatine zêdekirin.

Son Eklenenler

Çok Okunanlar

Çerez Politikası

Veri politikasındaki amaçlarla sınırlı ve mevzuata uygun şekilde çerez konumlandırmaktayız. Detaylar için "çerez politikasını" inceleyebilirsiniz.