Euro

37,0636

Dolar

34,2329

Altın

3.011,27

haberler
KURDÎ

Ji HUDA PARê ji CHPyê re berteka “Heniyyeyê”: Ev ax tu carî rê nadin siyonîzm û alîgirên wê!

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê û Parlementerê Entabê Şahzade Demîr bertek nîşanî CHPyiyên ku bêhezimtiya posterê Şehîd Îsmaîl Heniyye kirin da û pirsî: "Ev zîhniyeta ku xwe wek cendirmeyên sîyonîzmê nîşan dide, çawa diwêre û bêhurmetiyê li nirxên civak û şehîdên me bike?"
  • Ekleme: 31.08.2024 15:35 Güncelleme: 31.08.2024 15:35
Ahmet Bilal Damar
Ji HUDA PARê ji CHPyê re berteka “Heniyyeyê”: Ev ax tu carî rê nadin siyonîzm û alîgirên wê!

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê û Parlementerê Entabê Şahzade Demîr ji ber daxistina posterê Serokê Buroya Siyasî ya HAMASê Şehîd Îsmaîl Heniyye ya ku ji teref Platforma Qudsê ve li Qada 15ê Temmuzê hatibû daliqandin, bertek nîşanî koma CHPya ku di nava siloganên kîn û nefretê de posterê Heniyyeyê daxistin xwarê û avêtin erdê bertek nîşan da.

"Endamên CHPyê yên ku piştgirî didin siyonîzma qirker, li Entabê dîsa derketin sehneyê!"

Der barê zîhniyeta CHPyê ya ku her carê bi awayekî bêperwa êrîşî nirxên Îslamî yên gelan dike û bêhezimtiya posterê Şehîd Îsmaîl Heniyê yê ya li qadê daliqandîye daxuyanî da. Demîr wiha peyivî:

“CHPyê yên alîgirên siyonîzma qirker li Entabê dîsa derketin sehneyê! Posterê Şehîd Îsmaîl Heniyê ku li navçeya me ya Şahînbeyê daliqandibû, ji ber nerazîbûnan ​​ji aliyê parlamenterên CHPyê yên Entabê, Şaredarê Şehîtkamîlê yê CHPyê, Alîkarê Serokê Koma CHPyê yê Meclîsa Şaredariya Şahînbeyê Hasan Şencan û koma li gel wî ve hat daxistin. Ev zîhniyeta ku xwe wek cendirmeyên sîyonîzmê nîşan dide, çawa diwêre û bêhurmetiyê li nirxên civak û şehîdên me bike?

Zihniyeta CHPyê ya ku ji berê heta niha li vî welatî dijminatiya nirxên manewî dike, wê kengê dev ji mucadeleya li dijî hesasiyetên gelê me berde? CHP ya ku dîroka wê tijî tarî ye, careke din aliyê xwe yê tarî nîşan da.

Divê neyê ji bîr kirin ku ev ax tu carî rê nadin siyonîzm û alîgirên wê!”

Son Eklenenler

Çok Okunanlar

Çerez Politikası

Veri politikasındaki amaçlarla sınırlı ve mevzuata uygun şekilde çerez konumlandırmaktayız. Detaylar için "çerez politikasını" inceleyebilirsiniz.