Euro

37,0291

Dolar

34,2235

Altın

3.017,58

haberler
KURDÎ

Hêzên Pasdar ên Îranê: Sûîqesta Henîyye bi teqemenîya menzîla kin û ji derve ve hatîye kirin

Mihafizên Şoreşa Îranê, daxuyandin ku di sûîqesta serokê HAMASê Îsmaîl Henîyye de, bi teqemenîyekî menzîla wî kin e û 7 kîlo serê herbê li ser wî bûye ve û li derveyê xanîya ku Henîyye lê dima hatîye kirin.
  • Ekleme: 03.08.2024 15:17 Güncelleme: 03.08.2024 15:17
Ahmet Bilal Damar
Hêzên Pasdar ên Îranê: Sûîqesta Henîyye bi teqemenîya menzîla kin û ji derve ve hatîye kirin

Pasdarên Îranê derheqê sûîqesta ku li dijî Îsmaîl Henîyye hatîye kirin de daxuyanîyan da.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku ev sûîqest ji teref rejîma sîyonîst ve hatîye plankirin û tetbîqkirin, ji teref hikumeta Emrîqayê ve jî hatîye piştgirîkirin.

Di daxuyanîya ku derheqê şeklê sûîqestê de agahî hatîye dayîn de, hat destnîşankirin ku li gorî lêkolîn û tehqîqatên ku hatine kirin ev operasyona terorê, ji derveyê herêma ku mêvan li wê diman bi teqemenîya ku menzîla wî kin e û 7 kîlo serê herbê li ser wî bûye ve hatîye kirin.

Hat ragihandin ku “Ji vê sûca rejîma sîyonîst a terorîst ku cezayekî giran heq dike re bersivekî demeke wî ya munasîb, cîh û wesfê bê dayîn.”

Son Eklenenler

Çok Okunanlar

Çerez Politikası

Veri politikasındaki amaçlarla sınırlı ve mevzuata uygun şekilde çerez konumlandırmaktayız. Detaylar için "çerez politikasını" inceleyebilirsiniz.