Euro

37,0118

Dolar

34,2334

Altın

3.022,01

haberler
KURDÎ

Wezîrê Karên Derve Fîdan: Henîye, şexsîyetekî ku nîşana berxwedana bi nav û deng ê Fîlîstînê bû

Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, sûîqesta ku li dijî Serokê Biroya Sîyasî yê HAMASê Îsmaîl Henîyye hat lidarxistin şermezar kir.
  • Ekleme: 01.08.2024 10:45 Güncelleme: 01.08.2024 10:45
Ahmet Bilal Damar
Wezîrê Karên Derve Fîdan: Henîye, şexsîyetekî ku nîşana berxwedana bi nav û deng ê Fîlîstînê bû

Fîdan li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî daxuyand û weha got:

“Ez şehîdbûna birayê xwe yê biqîmet Îsmaîl Henîyye ya li Tehranê di nav xemgînîyekî de hîn bûm. Ew jîyana xwe ji doza Fîlîstînê re, ji bona ku ji Fîlîstînê re aşîtî û hizûr were feda kiribû. Em ji xebatên wî yên dawîn ku ji bo agirbest bê îlankirin re bikaranîtibû şahid in. Dema ku malbata wî ji teref îsraîlê ve hatibû qetilkirin jî bawerîya xwe ya ji aşîtîyê re winda nekiribû. Îsmaîl Henîyye, şexsîyetekî ku nîşana berxwedana bi nav û deng ê Fîlîstînê bû. Yadîgarê wî yê ezîz, ew ê di doza xelkê Fîlîstînê de bijî. Xwedê rehma xwe lê bike, mekana wî cennet be.”

Son Eklenenler

Çok Okunanlar

Çerez Politikası

Veri politikasındaki amaçlarla sınırlı ve mevzuata uygun şekilde çerez konumlandırmaktayız. Detaylar için "çerez politikasını" inceleyebilirsiniz.