Mahmud Basalê Midûrê Parastina Sivîl a Xezzeyê ragihand ku di êrişên ku ji duh danê sibê ve ji aliyê rejîma îşxalker a siyonîst ve li ser cihên li Xezzeyê hatin kirin de, 51 Filistînî ku di nav wan de zarok û jin jî hebûn, şehîd bûn.

Li Meletîyê avahî di dema xerakirinê de hilweşîya: Kesek di bin xirbeyan de ye Li Meletîyê avahî di dema xerakirinê de hilweşîya: Kesek di bin xirbeyan de ye

Basal li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da û diyar kir ku di êrîşan de piraniya wan zarok û jin gelek kes birîndar bûne.

Di êrîşên ku ji 7ê Cotmehê vir va ji teref rejima terorê ve li ser Xezzeyê hat kirin de 40 hezar û 534 Filistînî ku jê kêm 16 hezar û 589 zarok û 10 hezar û 980 jin hene şehîd bûn û 93 hezar û 778 kes jî birîndar bûn.