KURDÎ

Bi dronên kamîkazeyê êrîşî bajara Kazan a Rûsyayê hat kirin

Avahîyên li taxên Sovetsky, Kirovsky û Privolzhsky yên Kazanê bi balafirên bê mirov hatin hedefgirtin.

Li gorî medyaya Rûsyayê li taxên Sovetsky, Kirovsky û Privolzhsky yên Kazanê bi balafirên bê mirov ên kamikaze êrîş pêk hatine.

Hat diyarkirin ku heşt dronên Ukraynayê hate şandin.

Di encama êrîşan de kuştî û birîndar çênebûn de, agir bi hinek avahîyan ket.

Piştî êrîşê şênîyên herêmê hatin tehliyekirin, hinek dibistan jî hatin tehliyekirin.

Li Balafirgeha Kazanê qedexeyên demkî hatin danîn, ji ber êrîşê seferên balafiran li Tataristanê hatin rawestandin.

Li cîhê êrîşê navenda operasyonê hat avakirin.

Serokê Şaredarîya Kazanê Îlsur Metşîn ji bo welatîyên ku hatine tehliyekirin ferman da  ku bila bên parastin û cil û bergên germ ji wan re bên dayîn.

Wezareta Rewşên Awarte ji welatiyan xwest dema ku alarm lêketin bila hêsanbin û cil û bergên xwe li xwe bikin û dakevin qatên ewil û jêrzemînên avahîyan.

Hat ragihandin ku sîstema berevanîya hewayî ya Rûsyayê li ser Tataristanê droneke Ukraynayê îmha kir.