Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ya Xê parvekirinek kir û got bi Barzanî re li Hewlerê hatine cem hev, li ser têkilîyên dualî û geşedanên herêmî nirxandinan kirine û hevdîtineke bi berdar kirine.

Yapicioglu ji bo pêşwazîya jidil û mêvanperwerî teşekkurî Barzanî kir.

Rejîma sîyonîst kona sîvîlan hedef girt Rejîma sîyonîst kona sîvîlan hedef girt

Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê di çarçoveya têkilîyên li Hewlêrê Navenda Giştî yê Partîya Demokrat a Kurdîstanê (PDK) kir. Yapicioglu û heyeta pê re ji aliyê Sekreterê Giştî yê PDKyê Fazil Mîranî û berpirsên partiyê ve hatin pêşwazîkirin.

Di ziyaretê de Yapicoglu bi Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê û Wekîlê Êlihê Serkan Ramanli, Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Huseyîn Îmîr, Endamê Lijneya Şêwirmendiya Navendî ya HUDA PARê Nasuh Sevînîk, Nûnerê HUDA PARê yê Hewlêrê Abdussamed Yalçin re gerîyan.