Qeza, di seatên êvarê de li alîyê Kopruçaya navçeya Xisxêrê pêk hat. Wesayîta ku di bin îdareya Fatma Eda Gurbuza mamosteya dibistana pêşîn e de bû ji ber sedemeke ku hêj nediyare gêrê şerempolê bû. Li ser xeberdayîna mirovên derdorê ji cîhê qezayê re ekîbên AFAD, UMKE û cendermeyê hatin sewqkirin.

Di lêkolîna ekîbên tenduristîyê de hat destnîşankirin ku mamoste Îbrahîm Sayin ku li qezayê mamostetîyê dikir canê xwe ji dest daye.

Hakîm Ozer û Fatma Gurbuza ku şofêra wesayîtê bû û li gundê Kopruçayê mamostetîyê dikir jî giran birîndar bûn û Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehî ya Sêrtê re hatin rakirin.

Li Ruandayê ji ber şilîyê 5 kes mirin Li Ruandayê ji ber şilîyê 5 kes mirin

Hat îfadekirin ku rewşa birîndaran ne baş e. Cenazeya Înrahîm Sayin jî ji merga nexweşxaneyê re hat rakirin.

Rayedaran îfade kirin ku derheqê qeayê te tehqîqata edlî û teknîkî berdewam dike, sedema qezayê jî ew ê piştî van lêkolînan bê eşkerekirin.

Kaynak: İLKHA