Midûrê Giştî yê Wezareta Sihhetê ya Xezzeyê Munîr el Burş di daxuyaniya xwe ya nivîskî da ragihand ku ji dema agirbestê va heta niha 641 cenaze dîtine û ji vana 197 kes nehatine naskirin.
Burş diyar kir ku ji agirbesta ku di 19ê Çileyê da dest pê kiribû da artêşa îşxalker di êrîşên rasterast ên li ser Şerîda Xezzeyê da 92 Filistînî şehîd ketin û 822 kes jî birîndar bûn.
Li gorî daxuyaniya rayedarên sihhetê, di êrîşên ji 7ê Cotmeha 2023an heta niha ji aliyê hêzên îşxalê ve hatine kirin de hejmara şehîdan derket 48 hezar û 219an û hejmara birîndaran jî derket 111 hezar û 665an.
Kaynak: İLKHA