Alîkarê Serokkomar Cevdet Yilmaz û Walîyê Enqereyê Vasip Şahîn, Serokkomar Erdogan ji Balafirgeha Esenbogayê birin.

Wezîrê Bazirganîyê Omer Bolat, Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin, Midûrê Ragihandinê yê Serokkomarîyê Fahrettîn Altun û Şêwirmendê Polîtîkayên Derve û Ewlehîyê yê Serokkomarîyê Akîf Çagatay Kiliç bi Erdogan ra çûn Misirê.

Erdogan ew ê beşdarî Lûtkeya Teşkîlata Hevkariya Aborî ya Heşt Welatên Pêşketî bibe ku Tirkîye jî di nav de ye. Endamên D-8ê herî dawî di meha Hezîranê de li Stenbolê hatin cem hev û di lûtkeya awarte de mijara ‘Xezzeyê’ hat nîqaşkirin.

Mînîbûs û wesayît li hev qelibîn: 8 birîndar Mînîbûs û wesayît li hev qelibîn: 8 birîndar

Di lûtkeya ku dê li Qahîreyê bê lidarxistin de dê mijarên herêmî û cîhanî û herwiha têkiliyên aborî bên gotûbêjkirin.

Kaynak: İLKHA