KURDÎ

Serokê muxalîfan yê Îdlîbî ji bo sazkirina hikûmeta nû ya Sûrîyeyê hat bijartin

Yek ji serokan Muhammed El Beşîr ku ji Îdlîba Sûrîyeyê ye, wezîfeya sazkirina hikûmeta nû ya Sûrîyeyê girt.

Li gorî xebera Sawt al-Asimaya ku çapemenîya înternetê ye, Muhammed El Beşîr ku di saal 1983yan de hatîye dinyayê û serokê “Hikûmeta Xelasîya Sûrîyeyê” (SSG) a li Îdlîba ku di bin kontrola Heyet Tahrir eş-Şam de ye, piştî ketina hikûmeta Beşşar Esad ku roja Yekşemê ketibû ew ê ji xebatên sazkirina hikûmetê re serokatîyê bike.

SSGya ku di dema herba navxweyî ya Sûrîyeyê de di navbera HTŞ û komên muxalîfên dinê yê Sûrîyeyê de di sala 2017an de hatibû damezrandin, li herêmên ku di bin HTŞê de bûn xwedîyê desthilatîyên îdarî û xizmetê bû.

Komên muxalîf ên di pêşengîya HTŞê de ne, ji 27ê Mijdarê vir ve ji alîyê bakur ve tevgerekî dan destpêkirin û ji wê dîrokê vir ve herêmên ku di bin kontrola rejim de bûn kirin bindestê xwe û di nav 12 rojan de Şamê jî bidestxistin.