Tevgera Berxwedana Îslamî ya Fîlîstînê (HAMAS), ji cîhê Îsmaîl Henîyye ku hatibû şehîdkirin re Fermandar Yahya Sînwar tayîn kir.

Şêx Hesîna Wecîd ku bi desteka Hîndistanê Bangladeşê îdare dikir û xelk jî jê gelek aciz bû, piştî protestoyên ku hatin kirin mecbûr ma ku welatê terk kir. Tevgera xelk a Bangladeşê bi zeferê encam bû.

Serokê Karên Derve yê HUDA PARê Huseyîn Îmîr derheqê van bûyeran de ji ÎLKHAyê re daxuyanîyê da û bûyeran nirxand.

Îmîr di axavtina xwe de bijartina Yahya Sînwar pîroz kir û ji bona ku qetlîama ev bû 10 meh e li Xezzeyê didome bê sekinandin bang li welatên Îslamê kir ku bila bibin yek.

“Xwendekarên ku li Bangladeşê her sal 400 hezar hebên wan mezûn dibûn û ji bo dest bi kar bikin serlêdanê dikirin, bi pêşbirkekî neheqî re rûbirû diman”

Îmîr derheqê berîya bûyerên li Bangladeşê de axivî, “Weka ku hûn jî dizanin li Bangladeşê di 4ê Hezîranê de ji bo standina ji raya giştî re yanê ji karên dewletê re kontenjan hatibû anîtin. Di encama vê biryarê de civakên xwendekaran a li zanîngehên Bangladeşê ji bona ku ev tiştê wî biryara neheq bê rakirin dest bi çalakîyan kirin. Ev biryar çi bû? Di standina ji karên dewletê re de kontenjana ji sedî 56 dîsa hat anîtin. Ev jî ji zarokên xêra wan di serxwebûnîya Bangladeşê de hebûne re hatîye cudakirin. Yanê ji sedî 56 kontenjan hebû û ji sedî 30yê vê kontenjanê jî ji van însanan re hatibû cudakirin. Yên dinê jî bi şekleke cuda ji hinekên dinê re hatibû cudakirin. Ev jî dibû sedema ku alîgirên hikumetê bi raporên sehte bikevin nav dewletê. Her sal 400 hezar xwendekar ji bo karên dewletê serlêdanê dikin, lê bi neheqîyekî ewakî re rûbirû man. Xwendekaran jî ji bona ku ji vêya re îtîrazê bikin dest bi çalakîyan kirin.”

“Ji 1ê Tîrmehê vir ve çalakî zêde bûn û li dijî Hikumeta Hesînayê çalakîyên şîdetê dest pê kirin”

Îmîr destnîşan kir ku serê ewil xwendekaran bi çalakîyên biçûk dest pê kirin, “Di 1ê Tîrmehê de hemû mamosteyên zanîngehan destekê dan çalakîyên civakên xwendekaran û ew jî bi tevî xwendekaran xwe daxistin meydanan. Dîsa di heman rojê de Hikumeta Hesînayê dest bi çalakîyên şîdetê kirin. Baskên Ciwanî yên xwe derxistin kolanan û dan ber xwendekaran êrîşî wan kirin. Ew jî bûn sedema qetilkirina 300-400 xwendekaran. Di encama van qetlîaman de ji xwendekraran re destek zêdebûn. Bi taybetî karker jî destekê dan xwendekaran û ev jî belavê temamê Bangladeşê bû.”

“Çalakîyên li Bangladeşê mezin bûn û Şêx Hesîna jî mecbûr ma ku welatê terk bike”

Îmîr derheqê meseleya Bangladeşê de weha berdewam kir, “Li hember van qetlîaman Hikumeta Hesînayê ji ber biryara darazîyê paşgav avêt. Xwendekaran jî digel paşgavê ji bona hevalên xwe yên ku hatine qetilkirin dev ji xwepêşandanên xwe bernedan. Xwestin ku bila Hesîna îstîfa bike. Li hember vêya Şêx Hesîna jî partîya sîyasî ya Cemaetî Îslamîyeyê girt. Hemû fealîyetên partîyê wek fealîyetên terorê binav kir û li dijî wan dest bi operasyonan kirin. îdîa kir ku li pişt ev xwendekaran Cemaetî Îslamîye heye. Sazîya ciwanî ya Cemaetî Îslamî jî daxuyand ku ew tenê bi xwendekarî beşdarî bûyaran bûne û hemû fealîyet û çalakîyên xwe jî di vê çarçoveyê de kirine. Sazîyên ciwanî yên partîyên dinê jî daxuyandin ku ew jî beşdarî van bûyeran bûne û tu kes bi navê partîya xwe beşdarî van bûyeran nebûne. Ev jî bû sedema beşdarbûna gelek kesan. Ev stratejîyekî rast tê dîtin û di nav hefteya dawîn

de doza çalakîyan zêde bû. Xwendekaran bang kirin ku bila memûr neçin karên xwe, welatîyan bacê nedin, di heman demê de xwendekaran bang li welatîyên Bangladeşê yên ku li derveyê welat dixebitin kirin ku bila ji malbatên xwe re li ser bankeyan pereyan neşînin. Hemû kes beşdarî vê bangê bûn û ev jî sîstema bankayan xera kir. Di warê aborîyê de gelek zerarên mezin kirin. Beşdarbûna memûr û yên dinê jî mecbûr hişt ku Hesîna welatê terk bike.”

“Şêx Hesîna di desthilatdarîyê de li dijî xelkê xwe gelek zilman kirîye, însanan qetil kirîye û însanan kirîye nav girtîgehan”

Îmîr bibîr xist ku Şêx Hesîna revîyaye û çûye Hîndistanê, “Wezîrên wan jî bi heman şeklê revîyan. Bi revîna wan li welat di warê aborîyê de gelek tehrîbên mezin çêbûn. Tê îdîakirin ku ew pereyên piranî jî bi xwe re birine. Ev jî tê vê maneyê ku ew ê di rojên pêş de li Bangladeşê di warê aborîyê de pirsgirêkên mezin derkevin holê. Herî dawîn jî artêş daxuyand ku ew ê dest daneynin ser bireveberîyê, ew ê hikumeteke demborî bê sazkirin. Serokên partîyên sîyasî di serokatîya serokkomarîyê de hatin cem hev û di daxuyanîya ku doh kirin de Prof. Dr. Muhammed Yunus serokwezîrê demborî hatîye bijartin. Di navbera 3 meh an jî 6 mehan de hikumetekî demborî bê sazkirin. Di nav vê pêvajoyê de hilbijartinek wê bê kirin. Di encama van hilbijartinan de ew ê serokwezîr û hikumet bê bijartin. Em dibînin ku di vê pêvajoyê de her tişt di nav zemînekî tenduristîyê de pêk hatîye û daxuyanîyên serokên partîyên sîyasî yên ku piştî revîna Hesînayê daxuyanîyan dane makul in. Şêx Hesîna 16 sal e desthilatdar e û li dijî xelkê xwe zilmeke cidî kirîye, însanan qetil kirîye, însanan kirîye girtîgehê. Li gorî agahîyên ku me doh bidestxistîye, yên ku di nav 1-2 mehên dawîn de hatine girtin hatine serbestberdan.”

“Em Yahya Sînwar ku ji Serokatîya Biroya Sîyasî ya HAMASê re hatîye hilbijartin pîroz dikin”

Îmîr di berdewama axavtina xwe de serokatîya Fermandar Yahya Sînwar ê ji Serokê Biroya Sîyasî ya HAMASê re hatîye bijartin pîroz kir û got, “HAMAS di jîyana xwe ya micadeleyê de gelek şehîdan daye. Berê jî dema ku serok Şêx Ahmed Yasîn Şehîd ket ji cîhê wî re alîkarê wî Abdulazîz Rantîsî hate. Dema ku Rantîsî jî şehîd ket ji cîhê wî re jî alîkarê wî derbasî wezîfeyê bû lê dema ku Îsmaîl Henîyye şehîd ket, mixabin ji ber ku 6-7 meh berê alîkarê wî Salîh el-Arûrî hatibû şehîdkirin alîkarê Henîyye derbasî cîhê wî nebû. Di rewşa mewcûd de Xalid Meşal û Yahya Sînwar hebû. Divê di navbera van herduyan de serokek bihata bijartin. Li gorî biryara sazîya îstîşare ya HAMASê, Yahya Sînwar ji Serokatîya Biroya Sîyasî ya HAMASê re hat bijartin. Em Birêz Yahya Sînwar di vê wezîfeya wî de pîroz dikin. Em wisa bawer dikin wê Sînwar micadeleya HAMASê bîne cîhên baş, ji bo azadîya Mescîdî Eqsa jî serfirazîyê dixwazin. Em wisa bawer dikin ku ew ê Yahya Sînwar bi hûnerên xwe yên hem di sehayê de hem jî di sîyasetê de ew ê ji HAMASê re qewetê bide. Di xelkê Xezzeyê de hilbijartina Sînwar gelek xweş hat pêşwazîkirin. Bi îzna Xwedê ew ê pirsgirêkên Xezzeyê di demên nêz de ji holê bêne rakirin.”

“Divê alema Îslamê hem li hember rejîma îşxalker hem jî li hember qirkirina li Xezzeyê çareserîyan bibînin”

Îmîr di dawîya axavtina xwe de weha got, “Li Xezzeyê ji 10 mehan zêdetir e qirkirin û qetlîam berdewam dike. Rejîma sîyonîst tu qural û qaîdeyan nas nake û qirkirina xwe didomîne. Bangên ku heta îro hatine kirin tu bersivekî nedîtin. Çi Emrîqa, çi welatên rojavayî û çi jî Neteweyên Yekbûyî… Ew li hember qetlîama li Xezzeyê xwe kerr, lal û kor kirin. Divê êdî alema Îslamê jî êdî bang li wan nekin, divê alema Îslamê ji vê qirkirinê re bi serê xwe çareserîyê bibîne. Ji bo çareserîyê jî divê Tirkîye, Îran, Pakisan û Misir werin cem hev û hevkarîyekî cidî bi kar bînin; divê bi hevkarîya sîyasî, leşkerî, aborîyê ji pirsgirêkan re gavên çareserîyê bavêjin.”