Li dijî Xezzeyê qirkirin û qetlîamên rejîma îşxalker a sîyonîst didome.

Li gorî nûçeya WAFA ya ku ajansa fermî ya Fîlîstînê ye, ÎHAyên terorîstan Taxa Sabraya Xezzeyê êrîşî komeke Fîlîstînî kirin.

Hîzbullahê ÎHAya sîyonîstan xist xwarê Hîzbullahê ÎHAya sîyonîstan xist xwarê

Di êrîşê de 4 Fîlîstînî şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.

Di êrîşa ku li herêma Bureycê hat kirin de zarokek, li bajaroka Benî Suheyleya Xan Yûnisê jî Fîlîstînîyek hat şehîrkirin.

Di encama êrîşan de heta niha 16 hezar û 314 jê zarok, 10 hezar û 980 jê pîrek tev de 39 hezar û 480 Fîlîstînî şehîd bûn.

Hejmarê birîndaran jî gihaşt 91 hezar û 128 kesan.