Li Behra Spî di mezinahîya 4,4an de erdhejek pêk hat Li Behra Spî di mezinahîya 4,4an de erdhejek pêk hat

Artêşa qaşo yê rejima îşxalker li Xezzeyê qirkirin û qetlîamên xwe berdewam dike.

Li gorî xebera WAFAyê, êrîşî bajaroka Beyt Xanûna bakurê Xezzeyê kir.

Di êrîşan de zarok û pîrek jî di nav de herî kêm 25 Filistînî şehîd bûn.

Mirovên ku bûyerê dîtine, weha diyar kirin, “artêşa îşxalê, malekî du malbatên ku endamên Kelhutê di nav de bûn hedef girt û malbatan bi temamî tune kir. Malbatek ji bav, zarok, pîrek û û nevîyan pêk dihat. Malbata duyemîn jî bav, dayîk û du qîzikên biçûk pêk dihatin.”

Rejima sîyonîst ji 7ê Cotmeha sala 2023yan vir ve li Xezzeyê 17 hezar û 492 jê zarok, 11 hezar û 979 jê pîrek tev de 44 hezar û 758 Filistînî şehîd bûn, 106 hezar û 134 Filistînî jî birîndar bûn.

Kaynak: İLKHA