Li Qeterê ji bo Îsmaîl Henîyye ku li Tehranê şehîd ketibû di Camîya Îmam Muhammed Bîn Abdulwehhab de bernameyek hat tertîpkirin, Xalid Meşal jî di bernameyê de axavtinek kir û îfade kir ku Henîyye li Kampa Penaberan a Şatîya Xezzeyê di navbera xelkê xwe de dijîya, ew êş û kêfa xelkê xwe parve dike û weha got dûre, “Birayê me yê ezîz, serokê me, fermandarê me yê şehîd Ebu el-Abd İsmail Abdusselam Heniyye wek micahîdan heyata xwe derbas kir û bi şehîdî çû hizûra Rebbê xwe. (Henîyye) wek Serokwezîr ji dozê re xizmetê kir. Ew di navbera xelkê xwe de bû û li paş wan nema.”
Meşal, destnîşan kir ku Henîyye, “Xeyn ji micadelekirina bi mezinahîya kurewî ji Xezzeyê derneketîye.” Û dûre weha got, “Henîyye, li pey (Îzzeddîn) Qessam, (Ahmed) Yasîn, (Abdulazîz) Rantîsî wek şehîd çû. Ev aqubetekî çi xweş e. Bêguman Ebu el-Abd birayê me (Henîyye) windayîyekî mezin e. Encax dijminên me nizanin ku xwîna şehîdan rêya ku diçe zeferê kin dike.”
Meşal, “Sed sal e serokên me dikujin lê çibû? Serokekî şehîd ketîye dûre serokekî dinê hatîye. Şehîdek ew ê here wê ji cîhê wî re şehîdekî nû were. Û bi vê şeklê ew ê xelkê me ji rêya xwe ya xelasîyê re berdewam bike. Ev xeyn ji qewetkirina me ji tiştekî re çare nîne. Ew nizanin ku em wek micahîdan dijîn. Ew nizanin ku em dixwazin bi şehîdî herin hizura Rebbê xwe. Emê ji rêya xwe re berdewam bikin. Wan tehdîdan ew ê qasî misqalê zerre jî me ji rêya me û îlkeyên me neke. Fîlîstîn ew ê ji rojhilat heta rojava, ji bakur heta başûr welatê me be. Çiqas ji me dikujin bila bikujin em ê bi wan re bazarîyê nekin, tawîz nedin û îsraîlê nas nekin.”
Meşal, di dawîya axavtina xwe de weha got, “Bila hemû herêm û dinya vêya zanibe ku îsraîl dîn bûye. Ji ber wê yekê her derî hedef digre. Ez bang li serokên alema Îslamê dikim, êdî wexte ku ummet were ser xwe.”