KURDÎ

Li Zanîngeha Dîcleyê ji bo Xezzeyê kermes hat vekirin

Klûba Ciwanîya Zana û Weqfa Êtîman bi hev re li Zanîngeha Dîcleyê ji bo 2 rojan kermesek vekirin, hat îfadekirin ku ew ê qezenca kermesê ji Xezzeyê re bê şandin.

Qirkirin û qetlîama ku li dijî Xezzeyê tê kirin berdewam dike, ji çar alîyê cîhanê jî ji gelê mezlum yê Filistînê di serî de sazîyên alîkarîyê xebatên xwe yên alîkarîyê bikartînin.

Hat destnîşankirin ku di Zanîngeha Dîcleya Dîyarbekirê de ji teref Klûba Ciwanîya Zana û Weqfa Êtîman ve ji bo Xezzeyê 2 roj kermesek hat vekirin, kermesa ku hat vekirin ew ê sibe jî di Fakûlteya Tip û Fenê de vekirîbe.

Serokê Klûba Ciwanîya Zana Yakup Tunç derheqê xebata kermesê de axivî û diyar kir ku di serî de ji Weqfa Êtîman re û ji hemû xwendekarên ku destekê didin vê xebatê re teşekûr kir.

Tunç, “Xwedê Pêşî ji hemû xûşk û birayên me yên ku di vê kermesê de keda wan heye razî be. Kermesa me roja ewil li ber Fakûlteya Îlahîyatê dest pê kir. Sibe jî ew ê li Fakûlteya Tip û Fenê be. Ji kermesa me re ji teref xûşk û birayên me yên xwendekar, akademîsyen û xoceyên me ve teweccûhekî mezin heye.”

Tunç, diyar kir ku armanca wan a di vê kermesê de hêvîbûna ji bo Misilmanên Xezzeyê re ye, “Armanca me ew e ku em ji li vê derê ji xûşk û birayên xwe yên Xezzeyî re bibin hêvî û lazimatîyên wan pir hindik temîn bikin. Bi teybetî ji Weqfa Êtîman re ji ber xebatên wan û alîkarîya wan teşekkûr dikim. Çîmkî ji ber ku ew ji vê kermesa me re bûne alîkar ew ê kermesa me 2 roj berdewam bike.”