Li navçeya Tuşpaya Wanê li ser rêya Wan-Erdîşê gelek wesayît li hev qelibîn û qezayeke zîncîrî pêk hat.
Hat diyarkirin ku qeza ji ber mij û cemedê pêk hat.
Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, AFAD, cenderme û îtfaîyeyê hatin sewqkirin.
Mirovên ku di qezayê de birîndar bûne piştî midexeleya ewil a li cîhê bûyerê ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.
Kaynak: İLKHA