Bûyer li herêma Kevirê Reş a bajaroka Gêteya Silopîyê li nêzî ocaxa madenê teqîneke dijwar pêk hat.
Hat ragihandin ji ber teqîna ku pêk hat çend kesan canê xwe ji dest dan û herî kêm 5 kes jî birîndar bûn.
Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyê.
Derbarê teqînê de daxuyanîyeke fermî nehat dayîn.