Tûgayên Qessam li Şerîaya Rojavayê ji bo bertekê nîşanê qetlîamên li Xezzeyê pêk tê bide operasyoneke çekdarî lidar xist.
Di çalakiya bi çek de şênîyeke îşxalker hat kuştin.
Operasyon li bakurê Newala Urdunê li nêzî Şaxa îşxala mehola yê pêk hat.
Li gor çapemenîya sîyonîstan di encama operasyonê de du şênî birîndar bûn û ji wan yek mir û yê dinê jî birîndar ma.
Hat ragihandin ku kesên çalakî pêk anîye li herêmê bi wesayîtê derbas dibûn û di hundirê wesayîtê de gule bera îşxalkeran daye.
Artêşa îşxalker operasyon pişt rast kir û îfade kir ku çalakîya bi çek wesayîtek di rê de diçû gule bera gelek wesayîtan daye.
Piştî çalakiyê artêşa îşxalker li bakurê Newala Urdunê avêt ser gundê Kardala û Berdalayê.
Tûgayên Qessam jî derbarê operasyonê de daxuyanî da û ragihand ku mucahîdên li Şerîaya Rojavayê wê operasyonên xwe dewam bikin û wê îşxalkeran di her kolan û kuçeyan de bişopînin.