KURDÎ

Li Nuseyratê 5 kes hatin şehîdkirin

Li kampa Nuseyrata navenda Xezzeyê 2 xanî hatin bombekirin, di encamê de 5 kes şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.

Sîyonîstên îşxalker di roja 426emîn de jî li Xezzeyê qirkirinên xwe didomîne.

Çapemenîya mehellî destnîşan kir ku balafirên îşxalê û topavêtên wan ji herêmên cuda yên Xezzeyê re êrîşên xwe didomînin, di êrîşên xwe de xanîyan, kolanan û cîhên ku mirovên ji cîhê bûne di nav de dimînin hedef digrin.

Di encama hedefgirtina malekî li Kampa Nuseyratê ya ji teref rejîma îşxalker ve de 3 kes şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.

Hat îfadekirin li Kampa Nuseyratê di alîyê Kampa 5emîn de li derdorê Camîya Azzamê du malên aîdê malbatên “El-Habaş” û “Mîqdad” hatin hedefgirtin, di encama bomberdûmanê de 5 kes şehîd bûn.

Hat îfadekirin ku wesayîtên îşxalê jî li derdorê guleyan reşandine.