Dijminatiya ku 10 sal berê li navçeyê di navbera malbatên Arî û Ozkul de derketibû û di encamê de kesek canê xwe ji dest dabû, bi pêşengîya Komîteya Aştîyê ya Miftîtiya Parêzgehê û gelê herêmê bi dawî bû.
Dijminatîya di navbera malbatan de bi xwarina aştîyê bi dawî bû.
Miftîyê Parêzgehê Enver Turkmen, Serokê Parêzgeha AK Partiyê Mehmet Uncu, Serokê Parêzgeha HUDA PARê Îsmaîl Çevîk û endamên her du malbatan beşdarî xwarinê bûn.
Endamên malbatê di bernameyê de destên hev girtin û dûre dua hat kirin.
Miftiyê Parêzgehê Turkmen spasiyên xwe pêşkêşî kesên ku keda wan di avakirina aştîyê de heye kir û hêvî kir ku bûyerên wiha xemgîn neqewimin.