Li peravên San Franciscoya eyaleta Kalîforniyayê ya Emrîkayê di mezinahîya 7an de erdhejek pêk hat.
Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ragihand ku li wîlayeta Kalîforniyayê ya Emrîkayê bi pileya 7.0 erdhejek pêk hat.
Piştî erdheja ku li peravên herêma Humbot a li bakurê Kalîforniyayê pêk hat, ji bo wîlayetên California û Oregonê hişyariya tsunamiyê hat dayîn.
Hat ragihandin ku erdhej 14 kîlometre di bin erdê de pêk hatiye.
Erdhej bi taybetî li bajarên peravê bi tundî hat hîskirin.
Kaynak: İLKHA