Bi hezaran karkerên madenê yên ku ji bo kolandinê ketin kana Stilfonteîn a li Bakurêrojavayê welat di kanê de asê man, av, xwarin û pêdiviyên din ên bingehîn bêpar man.
Berdevka Polîsên Afrîkaya Başûr Tûggeneral Athlenda Mathe diyar kir ku hezar û 173 karkerên madenên neqanûnî yên ku li herêma Stillfontein a wîlayeta Bakurê Rojava di kana zêr a terikandî de dixebitin derketine holê û teslîmî polîsan bûne.
Mathe diyar kir ku bi hezaran karkerên madenê yên qaçax ên ku tê texmînkirin hê di kanê de ne, li hember teslîmbûna polîsan li ber xwe dan û tevî ku av û erzaqê qut bû jî nexwestin derkevin ser rûyê erdê.