Li derketina Hênê tirekî, trektorekî, 2 wesayît û motobisiqletekî li hev qelibîn, di encama vê qezayê de 3 kesan canê xwe ji dest dan, 2 kes jî giran birîndar bûn.
Ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, cenderme û îtfaîye hatin sewqkirin.
Hat îfadekirin ku di qezayê de M. Ç., B. E. û M. O. canê xwe ji dest dan.
Cenaze ji merga Dewlet a Hênîyê re hatin rakirin.
2 kesên ku rewşa wan giran in, piştî midexeleya ewil ji Nexweşxaneya Dewleta Hênê re hatin rakirin.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin.