Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê der barê ziyanên canî yên êrişên îro yên ku ji aliyê qatilên siyonîstên îşxalker ve li navçeyên curbicur ên Lubnanê hatin kirin de, agahî da.

NY: îsraîl asteng dike ku alîkarî biçin bakurê Xezzeyê NY: îsraîl asteng dike ku alîkarî biçin bakurê Xezzeyê

Di êrîşa ku ji teref sîyonîstên îşxalker ve li ser noqteyek li Cebelî Lubnanê ya li navenda Lubnanê ye 3 jê zarok 20 kes şehîd bûn.

6 kesên ku di êrîşê de birîndar bûbûn hatin rakirin nexweşxaneyê, xebatên lêgerîn û xilaskirinê yên li herêmê dewam dikin.

Di êrîşa li Sohmorê de kesek şehîd bû û 4 kes jî birînda bû, li Meşgarayê jî 3 kes şehîd bûn û 2 kes jî birîndar bûn.

Di êrîşa ku ji teref qatilên siyonîstên îşxalker ve li dijî navenda Sazîya Tenduristîyê ya Îslamî û Berevanîya Sivîl a girêdayî Hîzbullahê li Saydayê hat kirin de 3 xebatkarên tenduristiyê şehîd bûn.

Ji aliyeke din ve li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Lubnanê NNA, êrîşên asmanî yên dijwar li dijî deverên curbicur ên bajarên Baalbeka li rojhilatê welat û Sûr û Nabatiyeya li başûr bi şev û danê sibê berdewam kirin.

Kaynak: İLKHA